Û ez Fransizê Afrîkayê,
Û ew kurdê ne tu dewerê,
Em herdû, herdem bê welat,
Em li ser şiîr dipeyivîn
Li bin ronkahiya sar
A hîva zivistanê
Li çiyayên Kurdistanê
Di şer de.
Û çaxê êşa bûyinê
Bê tehemûl dibû,
Wî destên xwe bilindî esman dikir
Û diqîriya sevê,
Rondik di deng de :
«Ez rebenê Xwedê...».